Li dijî sûcên çeteyên Tirkiyê li Minbicê protesto berdwam dikin

Li bajarê Minbicê li dijî sûc û kiriyarên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza darzandina kujerê welatiyê bi navê Ebdullah El Mûsa hat kirin.

Li dijî sûcên çeteyên Tirkiyê li Minbicê protesto berdwam dikin
21 mijdar, 2025   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê wê li dijî sûcên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê, xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandêr li qada giştî ya bajarê Minbicê kom bûn û wêneyên Ebdullah El Mûsa hildan her wiha daxwaza darzandina kujerên wî kirin.

Di 17ê Mijdarê de, çeteyên dagikeriya Tirkiyê welatiyê bi navê Ebdullah El Mûsa El Hesen dema ku sotemenî ji gundê Cib Ebiyd gundewarê Dêr Hafir ber bi Minbica dagirkirî ve dibir, bi guleyan kuştin.

Di van rojên dawiyê de li Minbic û gundewarê wê li dijî sûc û kiriyarên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê rêze çalakî pêk hatin.

(ac)

ANHA