Kargeha dirûtinê derfetên kar ji jinan re peyda dike

Ji bo peydakirina derfetên kar û fêrkirina bêpere ji bo jinên dixwazin dirûtinê bizanin, li bajarê Holê jinan kargeheke dirûtinê vekir û berhemên xwe dadixin sûkên bajêr jî.

27 îlon, 2025   06:05
HESEKÊ

3 jinên ji bajarê Holê yê Hesekê yê kantona Cizîrê bi derfetên xwe kargeha "Tesnîm" a dirûtinê vekir.

Armanc ji vê xebatê jîngeheke guncaw ji bo pêşxistina jêhatîbûn û pisporiyan bê peydakirin û jin di aliyê madî de ku pişta xwe bidin xwe, werin xurtkirin. Ev jî rola çalak a jinan di piştgiriya aborî û civakê de nîşan dide.

Di kargehê de 3 dirûnker û 3 makîneyên dirûtinê hene. Bazirganekî xwecih ê taybet bi firotina cawan ji bo avakirina vê kargehê piştgiriya madî kiriye.

Girêdayî mijarê dirûnker Sacîde Hesen diyar kir ku ev xebat ne tenê dirûtin e, lê alîkariyên civakî yên berdewam pêşkêşî hewcedar û sêwiyan dike.

Di kargehê de cilên mêran, jinan û yên zarokan tên dirûtin, cawên li ser nivîn û kursiyên malan jî tên çêkirin.

Kargeha "Tesnîm" li ser bingeha girîngîdayîna piştgiriya projeyên jinan û xurtkirina wan hat vekirin. Di salên borî de guhertinên aborî û civakî yên mezin ji ber koçberî û şeran çêbûn. Êdî peydakirina kar ji jinan re bû pêwîstiyeke civakî.

(fr)

ANHA