Li Sûriyeyê hezar û 600 şewat

Îsal li Sûriyeyê hezar û 600 şewat çêbûn. Di encama van şewatan de derdora 20 hezar hektar daristan û zevî şewitîn. Tevî van şewatan jî tu tedbîr nehatine girtin. Li aliyekî din jî tu niyetên hikumeta veguhêz nîn in ku alîkariyê bide mexdûran.

Li Sûriyeyê hezar û 600 şewat
27 îlon, 2025   04:50
ŞAM

Havîna îsal (2025) ji bo daristanên Sûriyeyê ya herî dijwar bû ku hejmareke rekord a şewatan dîtiye. Li gorî daneyên Wezareta Rewşên Awarte û Felaketan, ji destpêka meha Gulana îsal heya niha, hezar û 600 şewat li Sûriyeyê çêbûne. Şewatên ku rû dane piraniya wan li herêmên perava Sûriyeyê, bi taybetî çiyayên Ekrad û Tirkmen, Ceblê, Misyaf, Hefê, Qirdaha, gundewarên rojavayê Humisê, gundewarên Tertûs û Hemayê ne. Hin şewatan bi rojan dewam kir, wekî şewata li çiyaya Laziqiyê ku 12 rojan dom kir. 

Li gorî raporên fermî, di encamê de bi kêmanî 16 hezar hektar daristan û zeviyên çandiniyê şewitî. 45 gund bi zirar bûn û derdora hezar û 200 malbatan mexdûr bûn.

Li gorî rêxistin û komeleyên xwecih ên têkildarî jîngehê, zirarên ji ber şewatên li welat bûne, nêzî 20 hezar hektar e, bi kêmanî 60 gundan zirar dît û derdora milyonek û 156 hezar kes koçber bûne. Li gorî heman çavkaniyan, ji ber van şewatan Sûriye ji sedî 20’ê daristanên xwe ji dest da. Li Sûriyeyê qada daristanî derdora 513 hezar hektar e û ji sedî 61 jî li perava Sûriyeyê ye.

Tevî pirsên me jî, lê heya vê kêliyê tu amarên rast ên der barê van şewatan de li cem saziyên eleqedar ên hikumeta veguhêz nîn in. Ev yek nîşan dide ku milkê welatiyan û qada şînkahiyê paşguh kiriye. Di heman demê de di tezmînatkirin û sererastkirina zirarê de tu cidiyet nehatiye nîşandan.

Bi belavbûna şewatan li çiyayên Laziqiyiê û Tertûsê re, tawanên şewitandina bimebest li ser medyaya dîjîtal belav bûn. Dihat gotin şewat bi zanebûn hatine derxistin û her çendî tê vemirandin, kesên li pey wê hewl didin gur bikin. Di hin şewatan de dûmana reş a dijwar belav dibû. Lewre dihat texmînkirin ku ji ber petrolê şewat derketiye.

Li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê bi taybetî li çiyayê Tirkmen (2 km nêzî parêzgeha Hatay a Tirkiyeyê) şewatên berfireh derketin. Li ser vê jî gelek pirs têkildarî aliyên ku sûdê ji derxistina van şewatan werdigirin derketin. Şewata li wir 2 hefteyan berdewam kir, herî dawî ekîbên agirkujiyê yên ji Iraq û Urdunê di demeke kurt de vemirandin.

Pisporên parastina sivîl ên şahidên şewatan ji ajansa me re diyar kir ku li cihên vemirandina şewatan hîna çirûskên agir hene, lê Wezareta Rewşên Awarte ev tişt red kir.

Pisporan destnîşan kir ku cîhazên hişyarkirina ji xetereyên şewatan jî îptal bûn ku hikumeta veguhêz a Şamê jê berpirsyar e.

Der barê van şewatan de di parvekirinên li ser rûpela Wezareta Rewşên Awarte û Felaketan de rexne derketin. Saziyên têkildar hatin tawanbarkirin ku di bersivandina lezgîn de kêmasiyê dike, pisporî nîn e, xebatkarên berê yên xwedî ezmûn hatine dûrxistin, pisporên di saziyên çandiniyê yên xwedî ezmûn de nehatin beşdarkirin. Der barê kişandina wêne û dîmenên şewatan de jî rexne hatine kirin. Her wiha di parvekirinan de ji wezîrê rewşên awarte û felaketan hat xwestin îstîfa bike.

Heya niha tu niyetên hikumeta veguhêz ên dayîna tazmînatan an deyn û alîkariyan ji mexdûrên şewatan re tune ne. Rêxistinê navneteweyî jî tu alîkarî pêşkêş nekirine.

(bb)