Kamyonên alîkariyê derbasî Xezayê bûn

400 kamyonên alîkariyê derbasî Şerîda Xezayê bûn. Li kêlek wê jî tê texmînkirin ku deriyê Refeh a bi ser Misrê ve bi awayekî qismê roja sêşemê (13 Cotmeh 2025) veb.

Kamyonên alîkariyê derbasî Xezayê bûn
12 cotmeh, 2025   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala Filistînê ragihand ku 400 erebeyên barhilgir ên alîkariyan derbasî Şerîda Xezayê bûn û çaverê ye roja sêşemê deriyê sînorî yê Refehê yê bi ser Misrê ve bi awayekî qismî were vekirin.

Derbaskirina alîkariyan ji bo Şerîda Xezayê ya wêrankirî ji girîngtirîn bendên plana serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bobidawîkirina şerê Xezayê yê du salan berdewam kiriye, ye.

Xebatên derbaskirina alîkariyan bo Xezayê didomin. Li kêlek wê jî amadekariyên jinûve vekirina deriyê Rehef ji bo hêsankirina alîkariyan û vegera sivîlan pêk tên.

Girêdayî wê, kanala Filistînê diyar kir ku li gel wêraniya mezin a ji zêdetirî ji sedî 90ˊî ji bajêr, lê nêzî 500 hezar Filistînî vegerîn bakurê Şerîda Xezayê.

Li gorî WAFAˊyê, kesên vedigerin bi peyatî bi mesafeya 7 kîlometreyan di dirêjahiya kolnên Reşîd û Selahedîn de vedigerin. Lê ew malên xwe nabînin, ji ber bi erdê ve bûne yek.

Li gorî UNRWA'yê ji destpêka şerê Xezayê ve nêzî 1.9 mîlyon kes ji Xezayê penaber bûne. Lê NYˊyê ragihandibû ku ji nîvê Adara par ve nêzî 1.2 milyon kes ji ber êrişên leşkerî ji bajêr penaber bûbûn.

(mh/fr)