WFPˊê alîkariyên din derbasî Siwêdayê kirin

WFP'ê alîkariyên mirovî yên nû, wekî madeyên lojîstîkî û ard, derbasî Siwêdayê kirin.

WFPˊê alîkariyên din derbasî Siwêdayê kirin
12 cotmeh, 2025   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) 12 erebeyên barhilgir ên ji madeyên lojîstîk û 201 ton ard pêk tê, bi rêya Şam-Siwêda, derbasî Siwêdayê kirin.

Di 8'ê Cotmeha 2025ˊan de WFP'ê 13 erebeyên barhilgir ku ji 200 ton ard pêk dihatin, derbasî Siwêdayê kiribûn. Ew yek piştî ard ji firneyan qut, pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji Tîrmeha borî ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Siwêda dorpêç kiriye.

(mh)