Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike

Li kolan, tax û navenda Qamişloyê kampanyaya komkirina îmzeyan dewam dike. Welatiyekî got “Em qet dest ji Rêber Apo bernadin.”

Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike
Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike
Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike
Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike
Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike
Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike
Kampanyaya îmzeyan li Qamişloyê bi coş dewam dike
20 sibat 2024   13:06
QAMIŞLO

Piştî ku Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 9`ê Sibatê de, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de kampanyaya komkirina îmzeyan ragihand, şêniyên Qamişloyê heman rojê dest bi kampanyayê kir.

Îro komîteya komkirina îmzeyan bi rêya komînan li tax û kolanên Qamişloyê geriya, her wiha li navenda bajêr jî maseya îmzekirinê danîn. Şêniyên herêmê bi pêkhateyên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin.

Welatiyê ji pêkhateya Ereb Ebdullah El Ceqceq ji bo banga azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeya xwe da û got: “Ji ber hezkirina xwe jê re hatime, ji bo me bav, bira û hevalek e. Em qet dest jê bernadin, me di projeya bi fikra Rêber Apo de cihê xwe wekî gel dît.”

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê wan îmzeyan ji saziyên Yekitiya Ewropayê re bişîne.

(sb)

ANHA