Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhevkirina kartolan dest pê kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhevkirina kartolan dest pê kir. Çandina kartolan li kantona Cizîrê ji sala 2011’an ve dest pê kiriye.
Li kantona Cizîrê cotkaran dest bi berhevkirina kartolan kir. Çandina kartolan di payîzê de dest pê dike û di zivistanê de tên berhevkirin.
Li gorî Desteya Çandinî û Avdanê, li kantona Cizîrê rûbera bi kartolan hatiye çandin 3 hezar û 373 donim e.
Çandina kartolan di sala 2011’an de derbasî kantona Cizîrê bû. Li kantona Cizîrê kartol di salekê de li gorî 2 mewsiman tên çandin. Lê hin herêmên din ên Sûriyeyê 3 mewsiman li gorî mercên hewayî tên çandin.
Di demên dawîn de çandina kartolan li navçeya Amûdê dest pê kir û li deverên din jî belav bû.
(bb)
ANHA