Kadar Pîrê: Gelê Kurd îro hewcedarê hemû kur û keçên xwe ye

Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê diyar kir ku yek ji sedemên vegera wî ya Rojava piştgiriya berxwedana gel e û da zanîn ku gelê Kurd îro hewcedarê hemû kur û keçên xwe ye.

Kadar Pîrê: Gelê Kurd îro hewcedarê hemû kur û keçên xwe ye
24 ÇILE, 2026   12:06
QAMIŞLO
SILAVA EBDILREHMAN

Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê li gel hevjîna xwe Çinar Silo, bersiva banga seferberiyê da û ji Fransayê hat Rojava da ku tev li berxwedana li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bibe.

Kadar Pîrê ji ajansa me re got: "Piştî êrişên li dijî gelê me li Rojava, aşkera bû ku planeke zelal heye ku gelê me û doza me ji holê rake. Bi ragihandina seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, min wekî Kurdekî dît ku erka min e ez bibim beşeke vê bangê."

Pîrê wiha lê zêde kir: "Ji ber vê yekê, ez bi hevjîna xwe re ji Fransayê vegeriyam Rojava da ku tev li hemû çalakiyan bibim û erka xwe yê neteweyî, çi ji hêla siyasî ve be çi jî bi hilgirtina çekan, pêk bînim û di berxwedana ku gelê me li ser axa Rojava dike, cihê xwe bigirim."

‘GELÊ KURD Ê LI EWROPAYÊ BI DIL Û CAN BI ME RE YE’

Pîrê diyar kir ku gelê Rojava bi tevahî ji komployên li dijî wan têne kirin haydar e û got: "Ji kêliya ku ez ketim axa Rojavayê Kurdistanê, ji min re eşkere bû ku gel, ciwan û pîr, rewş û planên li dijî wan têne kirin fêm dikinû li hember hemû êrişan li ber xwe didin.”

Pîrê peyamek taybetî ji ciwanên Kurd re şand û bang li wan kir ku tevlî şoreşê bibin û diyar kir ku "gelê Kurd îro hewceyî hemû kur û keçên xwe ye."

Pîrê di dawiya axaftina xwe de got bi hêza gelê Kurd, hêzên leşkerî, medya û siyasetmedarên wan bawer e û got: "Em şer an êrişkariyê li dijî kesî naxwazin, em tenê dixwazin li ser axa xwe bi azadî û ewlehî bijîn. Dijminê Tirk dixwaze me ji holê rake, lê ew ê bi ser nekeve û serkeftin dê ya gelê Kurd be.”

(k)