Di hefteyekê de 41 qezayên trafîkê qewimîn

Di dema mij û baranê de Rêveberiya Giştî ya Trafîkê 41 bûyrên trafîkê tomar kirin ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.

16 kanûn, 2025   05:25
HESEKE
BOTAN HISÊN

Di rojên dawîn de pêleke mijê li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye, di hin rojan de li bajaran û li ser rêyan mesafeya dîtinê pir kêm bû û bû sedema gelek qezayên trafîkê.

Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Trafîkê, di dema mij û barana hefteya borî de, nêzîkî 41 bûyerên trafîkê qewimîn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî daneyan, piraniya van bûyeran li ser rêyên di navbera Reqa-Heseke, Heseke-Qamişlo û Qamişlo – Dêrikê de pêk hatin û sedema sereke jî leza zêde ye, her wiha nepabendbûna ajokaran bi tedbîrên ewlehiya trafîkê qewimîn.

Endama Rêveberiya Giştî ya Trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîdya Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku sedema sereke ya hemû bûyerên ku di demên mij û baranê de çêdibin, leza zêde bû.

Mîdiyayê destnîşan kir ku Rêveberiya Giştî ya Trafîkê di demên baran û mijê de hin tedbîrên zêde girtine, weke belavkirina rêbername û rênimayên ji bo ajokaran li ser rûpela xwe ya fermî, her wiha zêdekirina dewriyeyan û aktîvkirina xeta telefonê ya germ.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê li ser rêyên giştî yên kantona Cizîrê sînorên leza herî zêde wiha destnîîşan kiriye: Rêya Navdewletî 120 km/s, Ambara 90, Amûdê-Qamişlo 100, Til Birak 100, deriyê Hesekê- Hetîn 100, di nav bajarê Hesekê de 40, Qamîşlo-Heseke 60, Rêya Xurafî li Dêrezorê 120, Hol 100, Til Beyder-Heseke 100, Til Temir-Heseke 100, Tell Birak-Qamişo, 100, Dêrik-Sêmlka- Çilaxa - Tirbespî 100, Şedadê  100, û El Hedadiye-El Erîşe 100 km/s.

Li kanton Firatê jî di nav bajarê Kobaniyê de sînora leza 40-60 km/s ye û li ser rêya Helebê jî 100 km/s ye. Rêya Spî (rêya Heseke-Reqayê) sînorê leza ji bo otomobîlên biçûk 100 km/s ye, ji bo kamyonan li gorî mezinahiyê di navbera 70 û 80 km/s de ye.

(k)

ANHA