Bendên Hevpeymaniya YNK‘ê û Nifşê Nû

Di saetên êvarî de bi amadebûna parlamenter û beşek ji endamên siyasî di navbera YNK’ê û Nifşê Nû de ‘Hevpeymaniya Hevseng û Vejînê’ bi merasîmekê bi fermî hate îmzekirin  Bendên hevpeymaniyê hatin aşkerakirin.

Bendên Hevpeymaniya YNK‘ê û Nifşê Nû
2 tîrmeh, 2026   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Nifşê Nû de li hevpeymaniya bi navê ‘Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê’ hate îmzekirin.

Bendên hevpeymaniya di navbera YNK û Nifşê Nû de hatin aşkerekirin û li gorî vê;

 “Yekem: Prensîbên hevpeymanê:

Vegera hevsengiyê û hevsengiya hêza siyasî ya li Herêma Kurdistanê bi rêya hevkarî saziyên hikûmranî, parlamento, siyaset û avakirina yek biloka siyasî ji bo vê qonaxê.

Bihêzkirina karê hevpar ji bo pêkanîna saziyên fermî li ser bingehê lihevkirin û hevsengiyê.

Pêkanîna prensîbên dadperwerane û zelaliyê di rêvebirina çavkaniyên daheta aborî de ku ya herî girîng jî pêkanîna yasaya budceya Herêma Kurdistanê ye.

Girîngîdayîna sîstemeke hikûmraniyê saziyan ku sînordarkirin û nehiştina dagirkirina desthilatê û çavdêriya lêpirsînê bihêz bike.

Pêkanîna prensîbên cudakirina desthilata yasayî, çavdêrî, bicihanîn û dadwerî li yek û rêzgirtin li serbixweyî û bêalîbûna desthilata aboriyê.

Duyem: Hevkarî li ser asta Parlamentoya Kurdistanê

Hemahengî û yekhelwestî di nava Parlamentoya Kurdistanê û Meclisa Nûneran a Iraqê de ji bo piştgirîkirina nûbûna siyasî û saziyan. Piştgirîkirina pojeyên hevpar ên girîng ji bo yasayîkirina wan.

Piştgirîkirina li yasayê ya ku zelaliya aborî û çavdêrîkirina dahatên giştî dike.

Avakirina Desteyeke hevpar ji bo hem çavdêrîkirin, bicihanîn, nûjenkirin û nîqaşkirina karan.

Bihêzkirina rola Parlamentoya Herêma Kurdistanê weke desthilata çavdêr û yasaydanînê.

Lihevkirina li ser amadekirina proje yasayan û erêkirina wan ji aliyê parlemanto û saziya yasadanînê ve.

Karkirin ji bo vegerandin û sererastkirina yasayên ku pêwîstî bi sererastkirina wê hene ku biryarên li derveyî yasaya parlementoyê hatine dayîn û zirar dane jiyan û aramiya pêkhateyên cûda yên welatiyan.

Amadekirina wan proje yasayên ku asta debara jiyana walatiyan baştir dike. Erêkirin û bi taybet di warê tenduristî, perwerde, hemû sektorên xizmetguzariyê xerc û bacê.

Hevpeymanî bi hev re kar dike di kabîneya dehan a hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pêkanîna van xalên li jêr;

– Vegerandina hinek pereyê ku hatiye paşxistin, lêborîna mûçeyê karmend-mamosteyan û çêkirina hesabê wan.

– Dayîna alîkariyê ji bo zewacê.

– Kêmkirina nirxê elektirîkê û xizmetguzariyên din.

– Kêmkirina bac û xercên li ser karkeran.

– Peydakirina derfetên kar ji bo xwendekarên ji zanîngeh û peymangehan mezûn bûne. Avakirina saziyekê ji bo peydakirina derfetên kar.

– Bidawîkirina temamî pirsgirêkên mamost û karmandên demkî û bi peyman.

Sêyem: Hevkarîkirin li ser asta Parlamentoya Iraqê

Yekxistina helwestên siyasî ya li nava Meclisa Nûneran a Iraqê ya di derbarê mafê Herêma Kurdistanê de. Bi taybet mijara budce, maf û dahata aborî ya xelkê Herêma Kurdistanê, pirsa herêmên bi nakok û mijara pêşmerge.

Bi hev re karkirina ji bo piştrastbûna parastina mafê destûrî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya sîstema federal de.

Çarem: Prensîbên Pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Karkirina ji bo pêkanîna hikûmeta pişta xwe bide hevsengiya hêz û li ser prensîbên hevsnegî ya siyasî û hevpariya rasteqîne.

Karkirin ji bo parvekirina erk û postên hikûmetê li ser prensîbên adilane ji bo berpirsyariyên hikûmî.

Piştrastbûn û zelalbûna temam di rêvebirin û komkirina dahata neftê û ne-neftê de.

Avakirina mekanîzmayeke çavdêriya aboriya serbixwe ji bo parastina zelalî û lêpirsînê.

Bihêzkirina rola avaniyeke çavdêr, dadperwer û desteya destpakî, dûr ji destdirêjiya partiyan.

Pêkanîna mercê hebûna budce ku ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve hatibe erêkirin û li jêr çavdêriya ku ew jî ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve bê bicihanîn. Bi mercekê ku dadperwerî ji bo hemû aliyan be.

Pêncem: Prensîbên Giştî

Herdu alî wê girêdayî karê hevpar bin ku ji bo rêxistinkirina karê hikûmranî ya li Herêma Kurdisatnê bi şêwazeke prensîbên demokrasî, hevsengiya damezirandinê bihêz bike.

Destpêkirina bernameyeke nûvejenkirina giştî ji bo dubare rêxistinkirina mekanîzma biryar yasayên hikûmî û Parlamentoyê bi rengekî zelalî û diyarkirina desthilata serokê hikûmet û alîkar û wezaretan.

Bihêzkirina serbixwebûna desthilatên yasadanîn, dadwerî û piştrastbûn ji cihêkarî û cêwaziya navbera desthilatan.

Bi hemû aliyên siyasî re karkirin û avaniyên têkildar ji bo amadekirin û erêkirina detûra Herêma Kurdistanê parastina statû, maf û dahata wealtiyan. Garantîkirina proseya demokrasî û mafê sivîlan bike.

Liberçavan re derbaskirina sîstema aborî û birêvebirina bi awayeke dadperwerane ya dahatê piştrast bike. Parvekirineke hevseng di navbera avanî û herêman de çêbike.

Şopandina standartên hikûmraniyeke baş ya di diyarkirina karmendên pile bilind de.

Vekirina deriyê tevlîbûna bi hêz a aliyên siyasî û civakî di proseya nûvejenkirina ji bo piştrastkirina di berdewamkirina sîstem û aramiya saziyan de.

Şeşem: Mekanîzmayên bicihanîn û pêdeçûna vê hevpeymaniyê

Pêkanîna desteyeke hevpar li herdu aliyan ji bo çavdêrîkirin û bicihanîna bend û biryarên vê hevpeymaniyê.

Pêkanîna civînekê ya ji bo nirxandin û diyarkirina kêmaniyên ku peyda bibin.

Dawî:

Herdu alî piştrast dikin ku ev hevpeymanî gaveke stratejîke ji bo avakirina qonaxeke siyasî ya nû li Herêma Kurdistanê ku li ser bingeha vegerandina hevsengiya hêz, edalet û xurtkirina baweriya welatiyan bi saziyane ya ji bo pêşerojeke aram û pêşkeftî ku xizmetkirina welatiyan.”