Jinên Minbicê: Divê rewşa Rêber Abdullah Ocalan were aşkerakirin

Jinên kantona Minbicê bang kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan, piştî gelek erdhejên li Tirkiyeyê bûne, were aşkerakirin.

Jinên Minbicê: Divê rewşa Rêber Abdullah Ocalan were aşkerakirin
24 sibat 2024   17:34
MINBIC

Jinên kantona Minbicê bi daxuyaniyekê banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir, bi taybet piştî gelek erdhejên li herêmên derdora girtîgeha Îmraliyê çêbûne. Cîgira hevserokatiya Komîteya Jinan Sena Receb li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin her kes dizane ku sedema sereke ya tercîda girankirî û êşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan binketina hêzên hegemon ên cîhanbê û modernîteya kapîtalîst e ku nikarên armancên xwe di komploya navneteweyî de pêk bianiya.

Her wiha hate destnîşankirin ku li derdora girtîgeha Îmraliyê duşema borî erdhej çêbû û îro jî bi pileya 4,1 erdhejek din çêbû û li gorî zanyar û pisporan Tirkiye herêma erdhejan e. Ji lew re metirsiya tevahî gelên azadîxwaz û demokrat li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan heye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û ewropa hat kirin ku destwerdaneke lez û cidî bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku Rêber Abdullah Ocalan veguhêzin cihekî ewle, bihêlin malbat û parêzer serdana wî bikin û li ser rewşa wî ewle bin.

(fr)

ANHA