Jinên koçber ên Efrîn dixwazin Rêber Apo bibînin

Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku ew jî dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê têkoşîn bikin.

Jinên koçber ên Efrîn dixwazin Rêber Apo bibînin
30 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Piştî Banga dîrokî ya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye,  kampanyaya navneteweyî ya bi diruşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" di Hezîranê de ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ve hat destpêkirin.

Girêdayî mijarê  jinên koçber ên ji Efrînê daxwazên xwe yên dîtina Rêber Apo ji ajansa me re parve kirin.

Emel Qehreman diyar kir ku daxwaza wan dîtina Rêber Apo ye û got: "Dema me dîmenê Rêber Apo dît, xwesteka me ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bû. Bi felsefe û fikra xwe Rêber Apo ne tenê Kurdan, lê tevahî cîhanê jî temsîl dike. Ji ber ku fikra wî giştî ye. "

Jina bi navê Emîne Hisên jî ev tişt anî ziman: "Hêviya min û tevahî gelê Kurd dîtina Rêber Apo ye. Fikir û felsefeya wî ji bo tevahî pirsgirêkên li cîhanê çareserî ne."

Cîhan Îbrahîm destnîşan kir ku daxwaza wê Rêber Apo bi fîzîkî azade bibe û wî bibîne û ev tişt diyar kir: "Wek jin, Rêbertî em ji koletî û tarîtiyê rizgar kirin. Ji ber wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Di dawiyê de jî jina bi navê Gulistan Elî got: "Têkoşîn û berxwdana me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Daxwaza me, em Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Divê rêxistinên mafên mirovan li hember tecrîd û girtina Rêber Abdullah Ocalan ji bêdengiya xwe derkevin û xebata ji bo azadiya Rêber Apo bidin meşandin."

(fr)

ANHA