Jinên ji Qamişloyê: Êşa jinên Siwêydayê êşa me ye 

Jinên bajarê Qamişlo nerazîbûnên xwe yên ji bo kiryarên li Siwêydayê tên kirin anîn ziman û got, “Em weke jin êdî tundî û êrişên li ser jinan û gelan napejirînin, em ê her tim li qadan bin. Pêwîste civaka navnetewî li dijî van kiryaran rawestin."

Jinên ji Qamişloyê: Êşa jinên Siwêydayê êşa me ye 
30 tîrmeh, 2025   06:25
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Di 13’ê Tîrmehê de di navbera komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û şervanên Durzî de şer derket. Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz êrişî bajar û gundewarê Siwêydayê kirin. Komên çekdar komkujî pêk anîn, êrişî jin û zarokan kirin, malên welatiyan talan kirin. Gelek jin ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin û qetilkirin. Heta niha li gorî çavkaniyên fermî 80 jin hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e. Lê agahî hene ku hejmar pir zêdetir e. 

Der barê rewşa jinên Siwêydayê de, jinên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Welatiya bi navê Hemdiya Ferman qetilkirin, revandin û destdirêjiya ku li ser jinên Siwêdayê tê kirin şermezar kir û got: “Em weke jin vê yekê qet qebûl nakin. Tişta ku em dixwazin, êdî ji tundî û destdirêjiya li ser jinan bes e. Pêwîst e her jin karibe bi fikir û dengê xwe daxwaza mafê xwe bike, nehêle mafê wê were xwarin. Divê ji li hemberî bêmafiyan bêdeng nemînin.”

Hemdiya Ferman da zanîn ku ew dixwazin tundî û êrişên li ser jinan, zarokan û gelan bên rawestandin, êdî xwîn neyê rijandin.

Hemdiya di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:“ Ev Kuştin û tundiya ku li ser jinan tê kirin zilmekî herî mezin e û dijmirovahiyê ye."

Welatiya bi navê Gulnaz Mehmûd da zanîn ku şerê li Siwêdayê ji roja destpêkê û heta niha jin, zarok, mêr û welatiyên ku ne parçeyek ji vî şerî ne bi şêweyê hovane tên kuştin, divê hesab ji kesên van kiryaran dikin bê xwestin.

Gulnazê got: “Em napejirînin ku bêmafî û bêexlaqî li ser jinan were kirin. Destê ku li ser jinê were dirêjkirin em ê wî destî bişkînin, ev dem ne dema kolekirina jinê ye, ev dema azadiya jinê ye. Em bang li civata navnetewî dikin ku li dijî van kiryaran bisekinin. Her tim em li pişta hemû jinên cîhanê ne û her dem em ê derkevin kolanan, alîkar bin û çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

Welatiya bi navê Necah Ismaîl nerîna xwe anî ser ziman û got: “Vî şerê li Siwêydayê bandorek mezin li me kir. Heta niha bi hezaran sivîl hatine windakirin, malên gel tên talankirin. Ev li ber çavê hemû dewletan tê kirin, lê tu kes xwedî li van sivîlan dernakeve. Tu cudahî di navbera me û gelê Siwêydayê de tune ye, xwîna tevayî pêkhateyan bûye yek, êşa wan êş û derdê me hemûyan e.”

(fr)

ANHA