Ciwanên bajarê Êlihê li dijî êrîşên li ser taxên Helebê meşiyan

Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya DBPê yên bajarê Êlihê ya bakûrê Kurdistanê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meş li dar xistin.

Ciwanên bajarê Êlihê li dijî êrîşên li ser taxên Helebê meşiyan
8 ÇILE, 2026   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

 Çeteyên Hikûmeta demkî ya Şamê ku girêdayî dewlata Tirkiyeyê ya dagirker li dijî taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrişên giran pêk tînin.

Ciwanê Êlihê ji bo xwedîderketina li taxên Şêxmexsûd Eşrefiyê yên Helebê bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partî û DBPê bi beşdarbûna gelek ciwanan li taxa Petrolkentê ya Êlihê meş li dar xistin.

Ciwanan di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana HSDê” berzkirin.