`Sûcên li dijî jinan wê bê hesab nemînin`

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan Arzû Temo got sûcên li dijî jinan wê bê hesabpirsîn nemînin û ew ê bi aliyên têkildar re dozên jinan bişopînin û hewl bidin cezayên herî giran li kujeran were birîn.

`Sûcên li dijî jinan wê bê hesab nemînin`
15 ÇILE, 2025   05:06
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

19`ê Kanûna 2024`an li taxa Qidûrbegê yê bajarê Qamişloyê mêrekî keçeke ciwan a bi navê H.W ya 19 salî kuşt. Kujer bi ap û zarokên wan re plan kir ku H.W bikujin. Dîmena li ser malperên medya dijîtal hatiye parvekirin tê de kêliyên kuştinê xuya dikin.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi aliyên têkildar ên li bajêr re, vê bûyerê dişopînin. Têkildarî wê, rêvebera rêxistinê Arzû Temo ji ajansa me re axivî û got: "Kuştina jinan wê wisa bê hesabpirsîn derbas nebe. Ji bo ku kujer bê darizandin em ê vê dozê bişopînin. H.W bi rêbazekî hovane yê dermirovî hate qetilkirin."

Hêzên ewlehiyê ji bo ku kesên ku destê wan di bûyerê de heye diyar bike û ji bo ku dozgeriya giştî biryara dawî bigire, xebatên lêpirsînê didomîne. Kujer ku kurapî H.W ye xwe teslîmî hêzên ewlehiyê kir. Her wiha hêzê kesê dîmenê bûyerê dikişand jî girt. 

DETAYÊN BÛYERÊ

Arzû girêdayî bûyerê ev agahî parve kirin: "Jina ciwan sala 2006`an ji dayîk bûye. Dayîka zarokek 7 salî û jinebî ye. Ji ber ku bav û dayîka wê ji 15 salan ve hev du berdane. Nizanin bav li ku ye û lê dayîka wê li Şamê ye. Jina hatiye qetilkirin li cem apê xwe dima."

Arzû diyar kir ku her tim êşkence li H.W dihat kirin û ew dihat mecûberkirin ku kar bike û ji bow ê ew şandibûn bajarê Reqayê da ku di rêxistinekê de karê paqijiyê bike. Lê dema 185 dolar wergirt, ew bi kirina hin karên din hat tawanbarkirin.

Arzû da zanîn ku Rêxistina Sara xwe gihandiye dayîka H.W`yê ku li ser malperên medya dijîtal banga hesabpirsînê ji kujerên keça xwe kiriye.

Li gorî Arzû dayika H.W dibêje, "Beriya rojekê ji qetilkirina wê, apê keça min gotiye ez ê bişînim, lê divê tu pereyan bidî. Dema keça min ji Reqa vedigere Qamişlo da ku pereyan bide, bi hinceta şerefê tê qetilkirin."

Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên sala 2014`an, kuştina bi navê namûsê, sûc e û kujer li gorî qanûnan tê cezakirin.

MEKANÎZMEYA HESABPIRSÎNÊ Û ROLA RÊXISTINA SARAYÊ

Nivîsgeha Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe di vî warî de didomîne, ji bo ku vê dozê ji dozgeriya giştî re veguhêze. Rêxistina Sara jî delîl û detayên di encama lêgerîn û lêpirsînê de bi dest xistine, dê pêşkêş bike. Dûre dozê bigihîne odeya 1 ya Dîwana Edaletê ji bo ku edaletê bi dest bixe.

Arzû der barê de got: "Celse dê werin lidarxistin û heta dawiyê em ê tê de hazir bin."

Arzû wiha li gotina xwe zêde kir: "Em wek Rêxistina Sara, daxwaza taybetî ya xwe pêşkêş dikin. Di hin dozan de, mafê taybetî tê berdan an jî tê betalkirin, ji bo vê em wek aliyek daxwazkar hewl didin kujer cezayê tê xwestin wergire. Di sala 2022ˋan de, qanûna jinan hate guhertin û bû qanûna malbatê, her wiha hin qanûnên têkildar jî hatin guhertin. Di benda qetilkirina jinan kujerê qetilkirina jinan nayê efûkirin."

Arzû diyar kir ku Rêxistina Sara heta edaletê bi dest bixe, dê dozê bidomîne û got: "Ev sûc wê bê hesabpirsîn derbas nebe û em ê parastina mafên jinan bidomînin."

(şx/fr)

ANHA