Jinên ji Çilaxayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bepirsyariya me ye

Jinên ji Çilaxayê diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê kirin, ne bes e. Jinan got azadiya Rêber Abdullah Ocalan bepirsyariya  wan e.

Jinên ji Çilaxayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bepirsyariya me ye
26 cotmeh, 2024   03:10
QAMISHLO
BESNA ŞEMO

Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe sîsteme îşkence û qirkirinê li Îmraliyê dijwartir dike. Kiryarên dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan bû sedema hers û nerazîbûna gelên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Der barê mijarê de Emel Elo ya ji Çilaxayê ya Kantona Cizîrê got: “Rêber Apo em ji koletiyê rizgar kirin û deshilata li ser me şikand.”

Emel her wiha got: "Wî piştgirî da doza jinan û ji koletiyê rizgar kirin, rê li pêşiya me vekir ku em mafên xwe bi dest bixin.”

Emel Elo got xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têne kirin têrê nakin û ne di asta ku tê xwestin de ne. Emel wiha dewam kir: "Xebatên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîna kêm in, ji me tê xwestin ku xebatê mezintir bikin, ji ber ku azadiya serokatiyê azadiya me ye.”

Her wiha welatiya bi navê Ehlam Elî Letîf diyar kir ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan nêrîna civakê der barê jinan de hatiye guhertin. Lewma jin îro dikarin birayara xwe bi vîna xwe bidin û rola xwe ya avakirina civakan pêk bînin.

Ehlam wiha got: "Bi taybet em jinên Ereb em di nava civakeke eşîretî ya xwedî kevneşopiyên kevin de dijîn, ku mafên jinan peyda nedibû, em pir rastî tundiyê hatin, lê piştî belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan nêrîna civakê der barê jinan de hate guherîn, êdî jinên Ereb dikarin rolên xwe pêk bînin û di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de destkeftiyan bi dest bixin.”

Fatima Esaf jî xwest ku sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Fatma banga bilindkirina asta têkoşînê kir, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.

(k)

ANHA