Îsraîlê êrişî merasîma cenaze kir: 8 filistînî mirin

Hêzên Îsraîlê li kampa Nisêratê ya naverasta Xezayê êriş merasîma cenaze kir. Di êrişê de 8 filistînî hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî merasîma cenaze kir: 8 filistînî mirin
17 tîrmeh, 2026   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hêzên Îsraîlê  li kampa Nisêrat a naverasta Xezayê êrişeke hewayî bire ser merasîma cenaze.

Rayedaran dane zanîn ku di bombebaranê de 8 filistînî hatin kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku di êrişên din ên îro yên li ser deverên cuda yên Xezayê hatin kirin de 3 kesên din hatin kuştin. Bi vê yekê hejmara kesên di êrişên îro yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest da bi kêmanî bû 12.

Li gorî rayedaran, ji destpêka ragihandina agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de (Cotmeh 2025) de zêdetirî hezar û 100 kes hatine kuştin.

(bb)