Jinên Efrîn û Şehbayê piştgirî da jinên Hindistanê

Xebatkarên qada tenduristiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgirî da xwepêşandan û têkoşîna jinên hîndîstanî û bang li jinan kirin ku li dijî hemû sîstem û pêkanînên bê exlaqî û nemirovî yên li ser jinan tên meşandin rabin.

Jinên Efrîn û Şehbayê piştgirî da jinên Hindistanê
19 tebax 2024   15:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kalkuta ya Hindistanê di 9'ê Tebaxê de destdirêjî li bijîşka jin a stajyer hat kirin û dûre hate qetilkirin. Piştî bûyerê jinên seranserî Hindistanê herikîn qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadên çalakiyan bilind kirin û daxwaza edaletê kirin. 

Jinên kantona Efrîn û Şehbayê yên di qada tenduristiyê de kar dikin bi daxuyaniyekê bûyera li Hindistanê şermezar kir û piştgirî da têkoşîna jinên Hindistanê.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa kantona Efrîn-Şehba bi beşdariya nûner û endamên jin û perestarên jin hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên ‘Jinan nekûjin jin jiyan e’,’Na ji tundiya li ser jinê re’ û wêneyên Jîna Emînî hatin bilind kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa kantona Efrîn-Şehba Şîlan Şêxo ve hate xwendin.

‘LI DIJÎ ÊRIŞAN RABIN’

Şîlan Şêxo di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser kiryar û binpêkirinên li dijî jinan û wiha got: “Careke din faşîzma zîhniyeta mêr û pêkanînên dijmirovî û neexlaqî yên li ser jinê bi armanca şikandina vîna azad a jinê derdikeve holê. Ji bo mafên jinan li Hindistanê, meşa jinên Hindistanê hema hema dîroka jinên cîhanê, têkoşîna wan û kiryarên mêr ên xelet û kujer ên ku di dirêjahiya dîrokê de êşkence, koletî û cudakariyê li dijî jinê hatiye bi karanîn. Li gora şert û mercên cudahiya zayendî hatin firotin, kirêkirin, morkirin û kolekirin, lê rêya têkoşînê ya femînîzmê di destpêka şaristaniyên li pey hev de dest pê kir. Li parzemîna Hindistanê ku jin di warên cuda yên jiyanê de gêhiştin asta herî jor de, tundûtûjî bi awayên herî xirab ên siyasî û civakî bandor li jinan kir. Di nav de qetilkirina bijîjkek Hindî piştî tecawizê, binpêkirina eşkere ya mafên jinan û şikandina vîna wan e.”

Şîlan, bang li jinên hindistanê kir ku dest ji meşa azadiyê bernedin û piştgiriya bi wan re ragihand û got: "Em wek jinên Efrîn û Şehbayê bûyera qetilkirina bijîşka jin a stajyer hindî bi tundî şermezar dikin û em bang li hemû jinên Hindistanê dikin ku li dijî hemû sîstem û pêkanînên bêexlaqî û nemirovî yên li ser jinan tên meşandin rabin. Em piştgiriya xwe ji bo meşa wan a femînîst a ku bi diruşmeya "Jin, jiyan, azadî" radigihînin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.