Dadgeha Bilind a Hindistanê dê doza qetilkirina bijîşka jin lêkolîn bike

Piştî derbasbûna nêzî 10 rojan û xwepêşandanên li welêt, Dadgeha Bilind a Hindistanê biryar da ku doza qetilkirina bijîşka jin lêkolîn bike.

Dadgeha Bilind a Hindistanê dê doza qetilkirina bijîşka jin lêkolîn bike
19 tebax 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kalkuta yê eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê Tebaxê bijîşkeke jin a stajyer li nexweşxaneyê hatibû tecawizkirin û kuştin. Piştî bûyer hat bihîstin, li gelek deverên Hindistanê bijîşk derketin kolanan û hêrsa xwe anîn ziman.

Piştî derbasbûna nêzî 10 rojan di ser bûyerê re, Dadgeha Bilind a Hindistanê biryar da ku  hefteya bê dosyaya qetilkirinê lêkolîn bike.

Li gorî ajansa Bloombergê, Dadgeha Bilind dê di dozê de rayeyên xwe “bi înîsiyatîfa xwe” bi kar bîne.

Dadgehê têkildarî kesên ku dê di danişînan de lêpirsîna wan bê kirin, agahî neda.

Yekitiya Bijîşkan a Hindistanê 17’ê Tebaxê diyar kiribû ku ji bilî xizmetên bingehîn ên tenduristiyê ew ê heta 24 saetan tevahiya beşên nexweşxaneyan bigirin û kar nakin. Malbenda Karê Hevbeş a Bijîşkên Nû ya Hindistanê jî, ragihand ew ê boykota xwe li ser asta welat berdewam bikin û 72 saet dem dabû hikumetê da ku kesên sûcdar bigire.