Di êrişa li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Bênê yên bajarokê Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn.

Di êrişa li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
19 tebax 2024   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke kamikaze ya artêşa Tirk  adagirker li gundê Bênê yê bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê êriş pêk anî.

Balafira dewleta Tirk erebeya welatiyê bi navê Ebû Zekur ê ji gundê Kefer Nayê bombebaran kir. Di encamê de Ebû Zekûr birîndar bû û erebeya wî derbe xwar.

Dema ku şêniyan berî dan cihê bûyer, artêşa Tirk careke din bi balafireke kamikaze heman cih kir  hedef. Di êrişa vê carê de jî 3 welatî birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Heyder Mihemed (45) ji gundê Bênê ye, Yûsif El Aric (27) ji gundê Ziyaretê ye, Mistefa Rifet Şêxo (28) ji gundê Meydan Ekbezê ye.

Her çar welatiyên birîndar birin nexweşxaneyên Til Rifat û Avrînê yên bajarokê Fafînê.

(bb)

ANHA