Jinên Ciwan şehîdên azadî û berxwedanê bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê ji bo bibîranîna şehîd Sara, Rûken, Erdal û Rojhat ên ku di dîrokên cuda de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên fedayî pêk anîne, merasîmek li li goristana şehîdan a Tebqayê dar xist.

1 cotmeh, 2024   22:09
TEBQA

Di merasîmê de bi dehan nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di serî de sînevîzyonek li ser jiyana herçar şehîdan hat pêşandan û li ber wêneyên wan mûm hatin pêxistin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sara Mihemed fedakariya şehîdan a li ser şopa fikrên Rêber Abdullah Ocalan silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîdan nû kir.

Merasîm bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan di şeva 26'ê Îlona 2022'yan de li navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya bajarê Mêrsîn ê Tirkiyeyê çalakiyek fedaî pêk anîbûn.

Her wiha her du şehîdan Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn jî di 1’ê Cotmeha 2023ʹyan de li Midûriyeta Giştî ya Enqere ya Emniyeta Tirk çalakiyeke fedaî pêk anîbûn.

(mh)

ANHA