ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 - 10 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 - 10 - 2024
2 cotmeh, 2024   02:00

Kesên ji Lubnanê reviyane û hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, spasiya Rêveberiya Xweser kir ku rêwîtiya wan a ber bi herêmê ve hêsan kir û alîkarî ji wan re pêşkêş kir. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî avakirina maseya krîzê hewl dide navendan ji penaberan re peyda bike.

Rêber Abdullah Ocalan peymanên ji bo derxistina wî ya ji Sûriyeyê hatine îmzekirin bi "Komploya Navneteweyî ku hîna berdewam dike" pênase kiriye.

Nivîskar û şîrovekarê lubnanî Serkîş Ebû Zeyd diyar kir ku Rojhilata Navîn ber bi rageşiyeke gurtir ve diçe û derfetên çareseriya siyasî niha nîn im. Ebû Zeyd got herêm dê gav bi gav bibe şahidê şerekî herêmî.

Kongra Star konferansa Sosyolojiya Azadiyê li hola Marbêla ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 09:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi boneya nêzbûna destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, paneleke diyalogê li kafîteryeya Telêt Heleb a bajarê Helebê li dar dixe, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo û gundewarê wê sersaxiyê didin malbata şervanê QSD'ê şehîd Elî El Ewed li bajarokê Girbawî, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD'ê civîneke girseyî li navenda xwe ya bajarê Amûdê li dar dixe, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Ji Bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan semînerekê li ser komploya navneteweyî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê dide, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîma bibîranîna şehîdên mehên Tebax û Îlonê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlanê  li dar dixe, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD'ê girêdayî komploya navneteweyî civîneke girseyî li xeta bakur a bajarê Holê li dar dixe, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd der barê bersivdana alîkariya penaberên ji Lubnanê vedigerin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd a Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Însiyatîfa Gelêrî girêdayî komploya navneteweyî civîneke girseyî li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar dixe, saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYDʹê der barê komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê panelekê li dar dixe, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)