‘Em ê heta rizgarkirinê li ber xwe bidin’
Şêniyên kantona Efrîn –Şehbayê diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê dê berxwedanê bidomînin.
7 sal e artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gund û bajarên kantona Efrîn-Şehbayê topbaran dikin.
Der barê êrişan de şêniyên bajarê Til Rifetê yê kantona Şehba-Efrînê û koçberên Efrînê yên ji ber dagirkeriyê koçberî Til Rifetê hatine nêrînên xwe bi me re parve kir.
Ebdulezîz Xelo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca qirkirin û koçberkirinê, her wiha bi armanca dagirkirin û îlhaqkirina deverên din ên Sûriyeyê rojane êrişên hovane pêk tîne.
Ebdulezîz Xelo bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tînin û got, hêzên navneteweyî ji van êrişan berpirsyar in
Welatiya bi navê Nebîha Omer diyar e ku 7 sal e li Til Rifetê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin û diyar kir ku êriş piştî ragihandina hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser û binkeftina artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê zêde bûn.
Nebîha Omer got: "Çi qasî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe zêde bikin em dest ji xaka xwe bernadin. Em ê heta têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin."
Welatiyê bi navê Selah Omer jî got: "Em li kantona Efrîn-Şehbayê têkoşînê nasekinînin. Em dê ji bo ji parastina destekftiyên xwe û rizgarkirina herêmên xwe ji teror û dewleta Tirk a dagirker berdêlên giranbuha bidin."
(bb)
ANHA