Jinan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin

Jinan li Helebê sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şermezar kirin.

Jinan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
24 ÇILE, 2024   15:50
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî daxuyaniyek da. 

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê Sena Mihemed Elî daxuyanî li pêşiya navenda partiyê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê xwend. Bi dehan jin tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berovajî peyman û lihevkirinên navneteweyî, jin li seranserî cîhanê rû bi rûyî tundiyê ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku li Efrînê piştî dagirkirinê, jin ji mafên xwe bê par man, rû bi rûyî tundiyê bû, ji aliyê dagirkeran ve tên revandin, kuştin, îşkence lê tê kirin, bi zorê tên zewicandin û gelek sûcên din ên hovane li dijî wan tên kirin.

Di daxuyaniyê de sûc û êrişên li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên kirin, hatin şermezarkirin, di heman demê de bêdengiya civata navneteweyî, rêxistinên jinan a der barê van sûcan de hate şermezarkirin.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih ku van sûcan rawestînin, edaletê pêk bînin, hesabê ji sûcdaran bipirsin. Her wiha bang li sûriyeyiyan hat kirin ku diyaloga nîştimanî bi ser bixin, eniya hundirîn xurt bikin ji bo ku aloziyê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA