Beşeke dîroka tarî ya PDK`ê

Çekdarên Zêrevan ên gıredaye PDK`ê li Amediyê ya parezgeha duhokê ya Başûrê Kurdistanê êrişî gerîlayên HPG`ê kir.

Beşeke dîroka tarî ya PDK`ê
24 ÇILE, 2024   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 3 salên dawîn de çend caran êrişî Hêzên Parastina Gel (HPG) kir ku berxwedaneke mezin li hember artêşa Tirk a dagirker nîşan dide.

Ji bilî êrişa îro, di encama êrişên PDK`ê de gelek gerîlayên HPG û YJA-Starê şehîd bûn an jî birîndar bûn.

28ˊê Tebaxa 2021`an hêzên PDK`ê li pêşiya 7 gerîlayên HPG`ê li herêma Xelîfan a Herêmên Parastinê yên Medyayê kemînek danî. Di encamê de 6 gerîla şehîd bûn û yek vegeriya navenda xwe.

Cenazeyên her şeş şehîdan hîna di destê PDK`ê de ne, ruxmî ku malbatên şehîdan û Dayikên Aştiyê bang li PDK`ê dikin ku cenazeyan radestî malbatan bikin.

Dûre diyar bû ku rêveberên PDK`ê; fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsê pêşmergeyan Dilovan Robarî fermana kemînê daye.

Piştî salek û 6 rojan ji wê kemînê, PDK`ê heman senaryo li heman herêmê dubare kir ku 5`ê Îlona 2022`yan balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker êrişî 5 gerîlayan kir, dûre çekdarên PDK`ê êriş kir. Di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn û ji aliyê PDK`ê ve dîl hatin girtin.

Beriya wê jî PDK`ê rasterast tev li şerê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî HPG`ê bûbû ku salên 1992, 1995, 1997 û 1998`an tevlêbûna PDK`ê gihaşt lûtkeyê.

PDK`ê ji dewleta Tirk re jî rêberî kir. Di 27`ê Tebaxa 2022`yan de PDK`ê rêya ber bi Girê Hekarî û Girê Amediyê li Metînayê, nîşanî dewleta Tirk a dagirker kir.

Beriya hefteyekê ajansa Rojnewsê, agahî parve kirin ku PDK`ê gelek gund li herêma Amediyê ya parêzgeha Dihokê vala kirine.

PDK`ê bi fermana dewleta Tirk a dagirker ji 16`ê Çileyê ve jî gundên Sipînder, Mîce, Kefne Mîce yên Amediyê vala dike. Li gorî çavkaniyên xwecih, hêzên ewlehiyê yên PDK`ê, rêya çûn û hatinê li wan gundan girtiye û bendên kontrolê danîne.