Li Kobanê komxebata rola jinan di "Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk" de

Meclisa Jinan û Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya PYDˊê ya kantona Firatê li ser rola jinan di "Pêvejoya Aştî û Civaka Demoqratîk" de komxebatek li dar xist.

17 tebax, 2025   16:02
KOBANÊ

Meclisa Jinan û Nivîsgeha têkiliyên Derve ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê bi dirûşma "Rola Jin di Pêvejoya Aşitî û Civaka Demoqratîk de" li hola PYD`ê ya li bajarê Kobanê komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de bi dehan hevserok û endamên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Beşdaran der barê diyardeyên ku rola jinan di civakê de qels û biçûk dikin, desthilatiya mêr li ser jinê gotûbêjkirin û çareserî pêşkêş kirin.

Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya PYD`ê ya Kantona Firatê Leyla Ehmed li ser têkoşîna jinan di nava civakê de, berxwedana wan li hember çeteyên DAIŞ`ê axivî. Leyla jinan li dijî desthilatdariyê têkoşîn û berxwedanek mezin da meşandin û ev tişt anî ziman: "Armanca jinan ew e ku civakeke azad û wekhev ava bikin, bi wê re careke din civakê veguherînên cewhera wê ya xwezayî. Di wê yekê de jin xwe dispêrin fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên demokratîk û avakirina civakeke exlaqî û polîtîka."

Leyla di dawiyê de got jinan di dîroka mirovahiyê de her tişt ava kiriye û afirandiye, li hember zehmetiyên jiyanê têkoşiye û li ber xwe daye, lê desthilatdarî vê yekê red dike.

Endama Meclisa rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Firatê Sureya Mustefa anî ziman ku "Êdî em ber bi avakirina civakeke demokratîk û azad ve dimeşin. Vaye jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gavên gelek mezin û dîrokî avêtine. Ew ê ji nû ve komîn, meclis û saziyên xwe bi awayekî hîna birêkûpêktir û aktîvtirk bikin. Ew ê xwişk- biratiya gelan û wekheviyê mezintir bikin û sîstema demokratîk bidin rûniştandin. Pêdiviya vê bi berxwedanî heye."

Di dawiyê de beşdaran komxebatê axivîn û got dê têkoşîn û berxwedana li hember desthilatdariyê bidome. Beşdaran diyar kir ku jinên ku hêz û vîna xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wergirtiye dê hemû pirsgirêkan çareser bikin û mafên xwe di Sûriyeya nû de bi cih bikin.

(sş/fr)

ANHA