Li Reqayê tankeke sotemeniyê teqiya: Karkerek mir 

Li kantona Reqayê di dema xebatên temîrkirinê de tankeke sotemeniyê teqiya. Karkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî birîndar bûn. 

Li Reqayê tankeke sotemeniyê teqiya: Karkerek mir 
7 gulan, 2025   15:39
REQA 

Li bajarê El Kerame li rojhilatê kantona Reqayê di dema xebatên temîrkirinê de tankeke sotemeniyê teqiya. Di encamê de karkerek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî bi giranî birîndar bûn. 

Tîmên agirkujiyê şewat kontrol kir. Her du birîndar jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.