Jinan li Reqayê soza şopandina rêya têkoşer Emîne Elî da

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku fedakariya têkoşer Emîne Elî ji bo wan mînaka vîna azad a jinan e û ji bo berdewamkirina têkoşînê, parastina ax û azadiyê jî çavkaniya îlamê ye.

Jinan li Reqayê soza şopandina rêya têkoşer Emîne Elî da
Jinan li Reqayê soza şopandina rêya têkoşer Emîne Elî da
Jinan li Reqayê soza şopandina rêya têkoşer Emîne Elî da
Jinan li Reqayê soza şopandina rêya têkoşer Emîne Elî da
4 îlon, 2025   02:35
REQA

Jinên ji kantona Reqayê der barê têkoşîna şehîd Emîne Elî (Sara Dilsoz) de ji ajansa me re axivîn.

Emîne Elî sala 2017`an nûçegihana ajansa me (ANHA) bû, sala 2018`an tev li refên Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bû û sala 2020`an li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Zehra El Yûsif, der barê mijarê de got: "Emîne Elî bi fedakariya xwe nimûmeya rûmet û serbilindiyê bû. Em her gav serê xwe bi şehîdên xwe yên jin û mêr bilind dikin, yên ku ji bo rizgarkirina axê şer kirine. Jinên herêmê îro bûne piştevanên jinên cîhanê. "

Hevseroka Meclisa Şehîd Ehmed El Canim, Şîrîn Qewas diyar kir ku şehîd Emîna jineke pêşeng bû ku baweriya xwe bi doza xwe anî û got, "Emîna bi hemû vîna xwe ji azadiyê hez dikir. Me li Reqayê di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de demeke dijwar derbas kir, lê bi saya Rêveberiya Xweser û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, me wateya azadiyê nas kir. Armanca me ya îro avakirina Sûriyeyeke yekgirtî ye ku hemû pêkhateyên wê di çarçoveya projeya biratiya gelan de bijîn. "

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emel El Deyf da zanîn kir ku tevlêbûna şehîd Emîna di nav refên berxwedanê de ji ber welatparêziyê bû û wiha domand: "Emîne sala 2018`an ji ber evîna doz û welat tev li berxwedanê bû û şehîdbûna wê sala 2020`an ji bo me hemûyan çavkaniya serbilindiyê bû. Em soz didin ku em ê li ser vê rêyê berdewam bikin û xwîna şehîdan biparêzin."

Hêzên Parastina Gel (HPG) sêşemê (2`ê Îlonê) nasnameya şervaneke jin ji Reqayê û çar şervanên din ku di demên cuda yên sala 2020`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn aşkera kiribû.

(k)

ANHA