Jinan li Qamişloyê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Jinan bi meşeke girseyî li Qamişloyê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Jinan li Qamişloyê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Jinan li Qamişloyê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Jinan li Qamişloyê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Jinan li Qamişloyê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Jinan li Qamişloyê Komploya Navneteweyî şermezar kir
5 sibat, 2025   13:34
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya ku li djiî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de jinan alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Meşvan ji pêşiya Navenda Mihemed Şêxo heta sûka bajêr meşiyan. Li wir piştî rêzgirtinê endama Yekitiya Jinên Ciwan Betûl El Semîr axivî û komplo şermezar kir.

Betûlê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwe ji bo gelê xwe feda kir û ev lê zêde kir: “Em wek jinên ciwan û tevahî jin, dê li pey fikr û felsefeya Rêberê xwe bin, em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin.”

Di dawiyê de Betûl El Semîr berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li bendava Tişrînê û Qereqozaqê silav kir û got dê her dem li gel şervanên xwe bin.

(ex)

ANHA