Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin

Bi sedan şêniyên Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê û ji malbata şervanê QSD'ê Rojhat Serêkaniyê (Mîlad El Salim) û şervanê Yekînyên Antî Teror Dilgeş Çiya (Îvan Kurdî ) re sersaxî xwest.

Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Dilgeş û şehîd Rojhat re hat xwestin
5 sibat, 2025   14:10
HESEKÊ

Îro li taxa Miftî ya bajarê Hesekê ji bo şervanê QSD'ê Rojhat Serêkaniyê (Mîlad El Salim) ê ku di 1'ê Sibatê 2025'an de li Zirganê şehîd bû û şervanê Yekînyên Antî Teror Dilgeş Çiya (Îvan Kurdî) ê di 1'ê Sibatê 2025'an de li Bendava Tişrînê gihiştin asta şehadetê konê sersaxiyê hat vedan.

Endam û rêveberênn saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên leşkerî û bi sedan şêniyên bajarê Hesekê berê xwe dan konê sersaxiyê û sersaxî dan malbatên her du şehîdan.

Di serdana konê sersaxiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên QSD’ê hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana QSD” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Gulê Mihemed axivî.

Gulê Mihemed sersaxî ji malbatên her du şehîdan xwest û got: "Bila serê Rêber Apo sax be, bila serê berxwedêrên seda Tişrînê û serê tevahî gelê me sax be.”

Gulê Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û da zanîn ku armaca dagirkeran şikenandina vîna gel e û dagirkirina Bendava Tişrînê ye."

Gulê Mihemed di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê wan, mil bi mil li ber xwe dide û bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kes nikarê vîna wan bişkîne.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Eyaleta Hesekê Dersîm Hesekê di axaftina xwe de bal kişand ser rastiya şahadetê û destnîşan kir ku tişta ku şahadetê bi wan şêrîn dike, li hember hêzên dagirker, parastina keramet, namûs û şerefa gel e.

Dersîm Hesekê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Îro li hember êrişên dagirkeriyê cîhan kor e, lal û kerr e. Lê berxwedana lehengên mîna şehîd Dilgêş û Rojhat, koran bi guh dike, lalan jî bi ziman dike."

Piştî axaftinan wesîqayên şahadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(bm/bb)

ANHA