Jin bi hemû awayan piştgiriya hêzên parastinê dikin

Yek ji cûreyên piştevaniya dayikan a şervanên li eniyên şer re, çêkirina xwarinê ye. Li Tebqayê dayikê cûreyên xwarinan amade dikin û ji şervanan re dişînin.

Jin bi hemû awayan piştgiriya hêzên parastinê dikin
13 ÇILE, 2025   12:27
REQA

Yek jê çêkirina xwarinan e, dayik bi gelek cûreyên piştgiriyê didin şervanên li eniyên berxwedanê yên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Li bajarê Tebqayê tevî hevjînên şehîdan komeke jinên ji Efrîn û Şehbayê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, xwarinan ji şervanên li eniyên şer re hazir dikin.

Dayika şehîd Mihemed Tebqa, Neîma Mihemed bi çêkirina xwarinê ve mijûl bûye anî ziman ku şervanên li eniyên Bendava Tişrînê keç û kurên wan in.

Neîma Mihemed piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re anî ziman û got: "Em çi pêşkêşî şervanên xwe bikin jî li hemberî ked û fedakariyên wan kêm dimîne. Were xwestin em amade ne biçin eniyên şer û zarok û erdê xwe biparêzin."

(bb)

ANHA