Sendîkaya Mamostayên Rojhilat li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşanda

Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de nerazîbûn nîşanda û got: “Nabe Pexşan Ezîzî ji ber berjewendiyên siyasî jiyan lê were standin.”

Sendîkaya Mamostayên Rojhilat li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşanda
13 ÇILE, 2025   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û birîna cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî, Mehdî Hesenî, Bêhroz Îhsanî û girtiyên din ên siyasî şermezar dikîn.”

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Jiyana mirovan giran û binirxe, mafê jiyanê mafê herî bilind yê mirove. Ji bona wê nabe mafê Pexşan Ezîzî ji ber berjewendiyên siyasî û komî yan jî ji ber her behaneyek din jê were standin. Di cîhana me ya îro de cûdahiya fikir û siyasî hatiye qebûlkirin û nabe ti kesek ji ber derbirîna fikir, bawerî, siyasî û civakîbûna xwe bikeve di jêr zextan de.”

Hêjayî gotinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.