Ji zibilê çêlan gaza mala xwe hildiberîne

Mistefa El Hisên ji zibilê çêlan gazê hildiberîne û bermahiya wê jî ji bo gubreyê bi kar tîne.

Ji zibilê çêlan gaza mala xwe hildiberîne
Ji zibilê çêlan gaza mala xwe hildiberîne
Ji zibilê çêlan gaza mala xwe hildiberîne
Ji zibilê çêlan gaza mala xwe hildiberîne
21 nîsan, 2024   06:17
QAMIŞLO
HISÊN REMO

Mistefa El Hisên (30) ji gundê Mizgeft ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ye. Li kêleka malê, bermîleke ji hesin çêkiriye, zibilê çêlan dike wir û ji wir bermîlê boriyek gihandiye malê.

El Hisên berovajî şêniyên gund ên ku zibilê sewalan çêdikin, ew wan kom dike ji bo ku piştre jê sûdê bigire û jê gaza pêwîst ji malê re derxe.

El Hisên got piştî ku artêşa Tirk binesaziya herêmê kir hedef û di encamê de kehrebe û gaz qut bû yan jî kêm bû, dest bi vê projeyê kiriye.

Têkildarî projeyê El Hisên wiha axivî: "Min gelek gotar li ser vê mijarê xwendin ku dewletên pêşketî, zibilê çêlan vediguherînin gaza xwezayî. Ji ber ku ez hesinkar im, lêçûna vê projeyê li ser min sivik bû. Ji ber wê û bi taybet piştî êrişan min dest pê kir.”

El Hisên wiha domand: "Ez tirsîm bi bin bikevim. Hinekan jî digot çawa ciwanek ji Fakulteya Aboriyê derçûyî, dikare karekî wisa dîneke bike. Lê belê min proje ji hemû aliyan ve nirxand. Bi taybet ku zirarê nade derdorê û dostê hawîrdorê ye. Her wiha li kêleka gaza jê derdikeve, mirov dikare sûdê ji gubreyê jî bigire.”

Piştî amadekirina bermîl an jî xezana ji hesin, El Hisên zibilê çêlan tevî avê dike û dike depoyê. 15 rojan li wir dixemirîne û di encamê de biyogaz derdikeve. El Hisên vê gazê bi rêya boriyekî digihîne malê.

Li jora depoyê, qulek heye ku El Hisên di wir re zibilê dike wir. Ji quleke binî depoyê jî bermahiyên vê derdixe û dike gubre.

Der barê vê projeya xwe de El Hisên got: "Lêçûna wê ne ew qas mezin e. Gelek şênî dikarin sûdê jê bigirin, bi taybet li gundan. Zirarên wê jî tune ne."

(şx)

ANHA