Bi guleyê sekvanê ciwanek şehîd bû

Sekvanekî dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ciwanek hedef girt, di encamê de şehîd bû.

Bi guleyê sekvanê ciwanek şehîd bû
20 nîsan, 2024   21:32
EYN ÎSA

Sekvanekî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsayê ciwanê bi navê Hesen Mihemed Hisên El Şêx El Mexlet kir armanc, di encamê de rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a dagirker ew ciwanê 27 salî, di dema avdana zeviyê xwe de li nêzî gundê Um Beramîl ê Eyn Îsayê li nêzî rêya M4 hedef girt.

Ji dema dewleta Tirk a dagirker Girê Spî di 9ˊê Cotmeha 2019ˊan de dagir keriye ve, bi dehan xelê li nêzî eniyên şer ên Girê Spî û Eyn Îsayê şehîd xistin û birîndar kirin. Ew yek bi tevahî cûreyên çekan pêk hatin ku wan bitirsin û bidin koçberkirin.

(fr)

ANHA