Ji Zanîngeha Rojava piştgiriya berxwedanan jinan a li Hindistanê

Meclisa Jinan û Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo berxwedanan jinan a li Hindistanê nîşan da.

Ji Zanîngeha Rojava piştgiriya berxwedanan jinan a li Hindistanê
20 tebax 2024   13:57
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava û Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Rojava têkildarî bûyera tecawiz û qetilkirina bijîşkekê li Hindistanê, li ber avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Jinan, xwendekar û mamosteyên Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Rojava hat dayîn. Xwendekarên ku beşdar bûbûn pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” rakirin.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara Fakulteya Bijîşkiyê Hemrîn Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zilm, zordarî, tundî û kuştin li her devera cîhanê li ser jin û zarokan bê navber tê meşandin, jinan her li hemberî desthilatdar û çanda destdirêjiyê serî hildaye. Li ser asta cîhanê her ku diçe berxwedana jinan digihêje hev, ji kuştina Jîna Emînî heta Dr. Moumita Debnath siyaseta kuştin û destdirêjiyê bi israr di meriyetê de ye. Ji Şengalê heta Ukraynayê, ji Efrînê heta Efxanistanê, ji Îranê heta Hindistanê bi deh hezaran jin bi destdirêjiyê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 9`ê Tebaxê de li Hindistanê hempîşeyeke wan a bi navê Dr. Moumita Debnath li nexweşxaneya ku tê de kar dikir, bi destdirêjiyeke hovane hate kuştin. Bi deh hezaran jinên Hindistanê li hember vê kuştinê kolan tijî kirin û çalakiyên xwe bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind kirin.

Daxuyanî bal kişand ser rewşa jinan jinan a li cîhanê û da zanîn ku jin bê ewlehî û bê parastin di saziyan de kar dikin, di hemû qadên jiyanê de bê parastin dimînin û hate gotin: “Em ê piştgiriya xwe ji bo berxwedana jinan nîşan didin. Divê saziyên mafê mirovan ên navneteweyî bê deng nemînin, divê li hember kuştina jinan û parastina jinan edaletê pêk bînin.”

(sb)

ANHA