Ji xelkê herêmê peyamên berxwedanê

Şêniyên Kobanê û Minbicê got ew ê li hember êrişan li ber xwe bidin û dê bi ser bikevin.

Ji xelkê herêmê peyamên berxwedanê
27 kanûn, 2023   06:41
KOBANÊ

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bertek zêde dibin. 

Welatiyê bi navê Ehmed Badîn ê ji Kobanê got dewleta Tirk a dagirker bi bombebarankirina navendên stratejîk ên herêmê armanc dike xelkê wê koçber bike.

Badîn wiha domand: "Lê bila bizane ku gelê herêmê ji bo parastina axa xwe, bi hezaran zarokên xwe dane. Wê gav paşde neavêje û dê parastina welatê xwe bidomîne."

Welatiya bi navê Leyla Cuma ya ji Kobanê jî diyar kir ku ew ê li hember êrişan li ber xwe bidin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em avê û kehrebeyê naxwazin, tenê dixwazin bi rûmet û azadî bijîn. Em qet ji welatê xwe dernakevin. Em ji êrişên dewleta Tirk natirsin. Tirkiye, ji destpêkê ve xwedî hişmendiyeke xwîndar e û hewl dide gelên azadîxwaz qir bike, lê em ê bi vîna xwe bi ser bikevin."

Welatiyê bi navê Bedir Mihemed ê ji Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe. Lê ew ê nekare, ji ber ku gelê me li hember êrişan li pişt Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e."

Welatiya bi navê Fatme Beko ya ji kantona Minbicê jî got: "Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin û ji axa xwe dernakevin."

Welatiyê bi navê Xalid El Hisên ê ji heman kantonê jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrişan, tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef. El Hisên li hember wan êrişan, banga mezinkirina têkoşînê kir.

(şx)

ANHA