Tevgera Azadî: Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava îspata binketina wê ye

Li dijî êriş û bombebarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Tevgera Azadî ragihand, tevî ku qada şer cuda ye jî, dewleta Tirk êrişê cihên din dike, got; “Ev jî encama îflasa siyasî û leşkerî ye ku dewleta Tirk ku êdî nikare li dijî vîna hêzên azadiyê li ber xwe bide, lewra artêşa Tirk li pey hev şikestinê dixwe û têk diçe.”

Tevgera Azadî: Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava îspata binketina wê ye
26 kanûn, 2023   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker yên li ser cihên xizmetgûzarî, sivîl, çandinî, nexweşxane û pîşesaziyê yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye;

 “Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşên hewayî birin ser cihên xizmetgûzarî, sivîl, tenduristî û pîşesazî yên li Rojavayê Kurdistanê. Di demek ku cîhan mijûlî şerê Îsraîl û Hemasê ye û li çareseriyekê digere ku vî şerê wêranker bi dawî bike, li şûna ku dewleta Tirk bibe hêza çareserî û aştiyê li herêmê, berovajî vê yekê bûye amûra şer û wêrankirinê. Ev jî bingehê xwe ji zihniyeta bêçare û şerxwaz ya Erdogan û partiya wê AKP’ê digire. Ji ber ku ji bilî şer hem li hindirê Tirkiyeyê, hem li derve û derdora wê tu hewildanên wan yên çareserî û aştiyê nîne.

Di dema ku Tevgera Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo azadiya gelan têkoşîn û berxwedaneke mezin dimeşîne, em dibînin ku êrişên nemirovî yên artêşa Tirk a dagirker navendên xizmetgûzarî, pîşesazî, aborî, tenduristî û civakî yên Rojava dike hedef. Ev tê wê wateyê ku dewlet bi hemû parçe û rengê xwe li dijî gelê Kurde.

Her çiqas dîrokê bersiva pirsa ku dewleta Tirk dijminê Kurdane jî daye, ne tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji Serhildana Şêx Seîd heta Komkujiya Dêrsimê, ku PKK hîn ne di zikê dîrokê de ye, dewleta Tirk vê rastiya xwe ya dijminane li hemberî gelê Kurd nîşan daye. Jiber tevî ku qada şer û şerkirinê cudaye, dewleta Tirk êrişê cihên ji derveyî qada şer dike. Ev encama îflasa siyasî û leşkerî ye ku dewleta Tirke ku êdî nikare li dijî vîna hêzên azadiyê li ber xwe bide. Lewra artêşa Tirk li pey hev şikest dixwe û têk diçe. Bi taybetî di van çalakiyên serkeftî yên Gerîlayên Azadiyê de ku li Herêmê bandorê li hevsengiya hêzan dike.

Xaleke din ya girîng jî ewe ku geşedanên rojane yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî jî jinûve nivîsandina Peymana Civakî ku ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada hiqûqî û sîstematîzekirina vê saziyê de bû xaleke sereke.  Vê yekê jî nehiştiye ku dewleta dagirker û xayinên girêdayî wê van destkeftiyan paşguh nekin û êrişî wê bikin. Lê gelê Rojava û bi wan re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîna xwe ya xweser û bi felsefeya neteweya demokratîk, bi saya xwîna şehîdan û têkoşîna ciwan û jinan roj bi roj serkeftinên mezin bidest dixin.”