Ji wezîrên karên derve yên YE’yê civîna awarte

Wezîrên karên derve yên YE’yê dê civîneke awarte ji bo yekhelwestiya têkildarî dosyayê Ukraynayê li dar bixin.

Ji wezîrên karên derve yên YE’yê civîna awarte
11 tebax, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) beriya civîna çaverêkirî ya di navbera serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, li ser rewşa Ukraynayê dê bicivin. 

Ev civîn ji bo destnîşankirina helwesteke yekbûyî ya welatên Ewropayê ya li ser Ukraynayê ye. Tê gotin dê nûnerên Ukraynayê jî beşdarî civînê bibin. Tê gotin ku metirsî heye di civîna Trump û Pûtîn de lihevkirinek li ser Ukraynayê çêbe û zirarê bide berjewendiyên Ukraynayê.

Ji dema hate ragihandin ku dê civîn li Alaskayê di navbera Rûsya û DYA’yê de were lidarxistin, welatên YE’yê ji bo yekhelwestiya li ser rewşa Ukraynayê, tevgerên xwe zêde kirine.

Serokê DYA’yê Donald Trump destnîşan kiribû ku îhtîmal heye di encama lihevkirinê de “her du welat erdan bi hev bidin guhertin. Ev bi armanca şerê ji sala 2022’yan ve dest pê kiriye, bi dawî bibe.”

Serokê Ukraynayê Zelensky ji bo civîna Trump û Pûtîn nehatiye vexwendin. Sefîrê DYA’yê yê NATO’yê Matthew Whitaker destnîşan kir ku mimkun e serokê Ukranynayê jî beşdarî civîna her du aliyan bibe û got: “Ukrayna beşeke ewlekariya tevahî Ewropayê ye.”

Li aliyê din serokê Ukraynayê Zelensky diyar kir ku bi armanca pêkanîna aştiya rastîn ew bi DYA û welatên Ewropayê re di nava dan û standinan de ne. Her wiha hişyarî da ku Rûsya DYA’yê bixapîne.

(dc)