Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Tevgera Çandê ya bajarê Til Temirê bi armanca xurtkirina nirxên hevgirtinê û jiyana hevbeş, balkişandina ser rola hunerê di avakirina civakeke demokratîk û azad de, konsertek li dar xist.

Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
Ji Til Temirê dilsoziya bi Rêber Apo re hate nûkirin
10 tîrmeh, 2025   23:55
HESEKÊ

Di konsertê de endamê rêveber ê Meclisa bajarê Til Temirê Idrîs El Yunis axivî û diyar kir ku huner, li hemberî hewldanên çewisandina nasnameyê û çandê çeka gelan e. Afrînariya hunerî, ji bo avakirina jiyana komînal li ser hevkariyê, wekhevî û azadiyê û li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya herî guncew e.

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Tevgera Çandê ya bajarê Til Temirê bi armanca xurtkirina nirxên hevgirtinê û jiyana hevbeş, balkişandina ser rola hunerê di avakirina civakeke demokratîk û azad de, konsertek bi sernavê “Em ê ji afrînariya hunerî jiyana komînal ava bikin û li Kurdistana azad em ê Rêber Abdullah Ocalan hemêz bikin” li dar xist.

Di konsertê de komên beşdar ên ji pêkhateyên Suryan, Ereb û Kurd, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Navenda Çand û Hunerê, spasiya hunermend û komên beşdar kirin û anî ziman ku lidarxistina mîna van çalakiyan giyanê çanda azad xurttir dike û piştgiriya hunera bi dozên civakê ve girêdayî dike.

(şx/fr)

ANHA