Bi şahiyan pêşwazîkirina banga Rêber Apo dewam dike

Gelê li herêmê bi şahiyan banga bidîmen a Rêber Apo pêşwaz dikin. Vê bangê hêviyek mezin di dilê civakê de çand.

11 tîrmeh, 2025   00:04
QAMIŞLO/TEBQA

Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê û bajarê Tebqayê yê kantona Reqayê, banga bidîmen a Rêber Abdullah Ocalan bi şahî û çalakiyên girseyî hat pêşwazîkirin.

Li bajarê Tirbespiyê bi sedan şênî tev li çalakiya Desteya Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê ya li parka Şehîdan a rojavayê bajêr, bûn.

Di çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Nûredîn Şakir li ser fedakariya hemû pêkhateyên herêmê ya ji bo avakirina civaka demokratîk û azad axivî.

Şakir anî ziman ku banga Rêber Abdullah Ocalan bi dîrokî wesif kir û ev tişt anî ziman: "Em baş dizanin ku Rêber Apo dikare pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên asê yên li herêmê çareser bike."

Di çalakiyê de koma Şehîd Xebat stran û koma Şehîd Rêwan govend pêşkêş kirin.

Her wiha hunermend Newroz û Rêzan stran pêşkêş kirin û gel govend gerandin.

'QONAXA AŞTIYÊ DESTPÊKA VEGERA LI EFRÎNÊ YE'

Li bajarê Tebqayê bi sedan koçberên Efrîn û Şehbayê di şahiya "Qonaxa Aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan Destpêka Vegera li Efrînê ye" de amade bûn.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Efrîn û Şehbayê Mustefa Reşîd li ser girîngiya banga Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de axivî.

Reşîd diyar kir ku pêwîst e ji bo rawestandina binpêkirinên li Efrîna dagirkirî û amadekirina zemînekê ji bo vegera ewle ya koçberan, civata navneteweyî tev bigere.

Piştre hunermendan stranên folklorî pêşkêş kirin û gel govend gerandin.

(mh/fr)

ANHA

tirbesipiyê

HELEB