Şêniyên ji Qamişloyê: Azadiya Rêber Apo azadiya gel e

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gel e û got heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê li ber xwe bidin.

Şêniyên ji Qamişloyê: Azadiya Rêber Apo azadiya gel e
4 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Şêniyên ji Qamişloyê der barê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Şerîf Mehmûd ê li taxa Enteriyê dimîne pergala qirkirin û îşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gel hatiye tecrîdkirin û got: “Rêber Abdullah Ocalan nûnerê gelê Kurdistanê ye, tecrîda li ser wî tê wateya ku li ser gelê Kurdistanê tecrîd heye. Lewma Komloya Navneteweyî ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin, li ser gelê Kurdistanê ye.”

Şerîf Mehmûd di berdewama axaftina xwe da îşaret bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin. Rêber Apo, tevger û gelê me yek e, em li ber xwe didin. Tevgera me, bi hezaran girtiyên me yên di zindanan de û gelê me ji bo azadiya xwe têkoşîn dimeşîne.”

Şerîf Mehmûd bal kişand ser sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ew tu carî tecrîdê qebûl nakin. Her wiha diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gel rabûye ser piyan û di vî warî de ji wan çi be xwestin ew amade ne.

Şerîf Mehmûd bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn  çareserî pêşkêş kiriye û ev li axaftina xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocaln  ji bo Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi gelên Tirk, Ereb û Farsan sîstema konfederalîzmê formûle kiriye, lewma di Rojhilata Navîn de Kurd mifteya çareseriyê ne.”

Şerîf Mehmûd bal kişand ser sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: "Kurd, Ereb, Aşûrî, Suryan û hwd. li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî demokratîk rêveberiyek ava kiriye.Ji xeynî sîstema Rêveberiya xweser ti çareseriyên din ne mimkun in. Naxwe bi projeyên netewperest şerên heyî çareser nabin, berovajî vê ye wê bi sedan salan dom bikin."

Şerîf Mehmûd diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tê wateya azadiya gel, lewma di oxira azadiyê de gel ji tiştekî texsîr nake û wan heya niha di vê rê yê de 13 hezar şehîd dane.

Sarî Salih a ji heman taxê diyar kir ku lazim e Rêber Abdullah Ocalan demildest werê berdan û got: “Lazim e gel bi kal û ciwanên xwe rabin ser piyan û li pey Rêberê xwe biçin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li pey serokê xwe bin.”

Viyan Hisî jî anî ziman ku ew sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û diyar kir ku tecrîd li dijî mafên mirovî ye. Viyan Hisî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan beriya dîl were girtin jî, ji bo civakê gelek ked da, lewma heya azadiya wî ya fizîkî dê berxwedanê bidomînin.

(bb)