Gerîla TV dîmenekî nû yê çalakiyê weşand

Gerîla TV dîmenê kepçeya ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin, weşand.

Gerîla TV dîmenekî nû yê çalakiyê weşand
1 hezîran, 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

“26’ê Gulanê di saet 15.30’an de bi çekên giran li kepçeyên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê rê çêbikin, hate xistin û kepçeyek hate îmhakirin.”