Ji ser sînorê Qamişloyê bertek: Çapemeniya azad rûmeta me ye

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo ya li dijî êrîşên Tirkiye û SMO'yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de didome.

Ji ser sînorê Qamişloyê bertek: Çapemeniya azad rûmeta me ye
20 kanûn, 2024   14:33
NAVENDA NÛÇEAYN

Nobeda li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 8’an de berdewam dike.

 Welatiyên ku ji saetên sibehê ve li qada nobetê ya li deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo kom bûne, çalakiya xwe bi sirûd û dirûşmeyên berxwedanê didomînin. Di çalakiyê de qetilkirina rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de dema ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin de hatin qeilkirin bi dirûşmên "Çapemaniya azad rûmete me ye" hat şermezarkirin.

Li qada çalakiyê dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bêdengî mirin e, berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Di nav wan de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin û rêveberên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Mûşê jî hebûn gelek kesî piştgirî da çalakiyê.