ji sedî 50 jinên li Iraqê rubiruyî tundûtujiya medya dijîtal tên

Serokê Navenda Stratejî ya mafên mirovan a Iraqê ragihand ku ji sedî 50’yê jinan li Iraqê rubirûyî tundûtujiya medya dijîtal tên û got; “Herî zêde jin li ser medya dijîtal rubirûyî tundûtujiyê tên, ev jî rêjeyek mezine û metirsîdare.”

ji sedî 50 jinên li Iraqê rubiruyî tundûtujiya medya dijîtal tên
28 mijdar 2023   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Navenda Stratejî Fazil Xerawî ya mafên mirovan a li Iraqê derbarê tundûtujiya dijî jinan ya bi rêya medya dijîtal tên û ji medya Iraqê re axivî.

Fazil Xerawî ragihand ku bi rêya torên medya dijîtal jinên Iraqê rubiruyî tundûtujiyê tên. Fazil da zanîn ku jin herî zêde di bernameyên medya civakî ên weke ‘Facebook, İnstagram, Messenger, Telegram û X’ê de rubiruyî tundtujiyê tên.

Fazil di dawiyê de bal kişand li ser salên 2022-2023 ku awayek berçav zêde bûye û Ji sedî 50’yê jinan li Iraqê rubiruyî tundûtujiya medya dijîtal û bazirganîkirinê tên. Fazil got: “divê  hikumet dijî tundutujiyê siyasetek nîştimanî destpê bike.”