Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa taziye vekir. Beşdarên merasîmê hewldanên Leyla Mistefa ji bo avakirina Reqayê û tunekirina zihniyeta DAIŞ`ê silav kirin.

Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Leyla Mistefa konê sersaxiyê hate vedan
28 mijdar, 2023   15:36
REQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ku 25`ê Mijdarê wefat kir, konê sersaxiyê vegirt.

Şêniyên bajêr, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspiyên herêmê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de, endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Mensûr El Şêx axivî û ji ber wefata endezyar Leyla Mistefa sersaxî xwest û got: “Leyla, Meclisa Sivîl a Reqayê damezirand, ji bo rizgarkirina Reqayê, avakirina bajêr kar kir. Dabû pêşiya xwe ku bajar wisa ava bike ku ew wêneya tarî li ser hatibû xêzkirin, rake.”

El Şêx wiha domand: “Leyla, ji bo ji nû ve avakirina bajarê Reqayê, tê koşiya. Wek şaredara herî baş li cîhanê hate xelatkirin. Rolek di avakirina Partiya Sûriya Pêşerojê de jî list.”

Endamê Nivîsgeha PYD`ê şaxê Reqayê Xazî El Yasîn jî got: “Endezyar Leyla, bi karê xwe re dilsoz bû. Ji bo peydakirina pêdiviyên bajêr, kar û xebat kir. Kesayeteke wisa bû ku cihê wê nayê dagirtin. Em bawer in ku hevalên wê, dê rêya wê di avakirina bajêr û pêşxistina wê de temam bikin.”

Çaverê ye ku endamên saziyên sivîl, leşkerî yên bajêr û gundewar tev li merasîmê bibin ku heta saet 7`ê êvarê berdewam e.

Endezyar Leyla Mistefa yekemîn hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê ji 2017`an heta 2022`yan bû. Şemî (25`ê Mijdarê) di encama nexweşiyê de wefat kir.

Sala 2021`an Leyla Mistefa xelata Şaredara Cîhanê ya Navneteweyî wergirt.

(şx)

ANHA