Ji sala 2012ˈan ev êrişên herî dijwar ên Îsraîllê 

Balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên Sûriyeyê tesîs û nuqteyên leşkerî yên rejîma berê ya Sûriyeyê bombebaran kirin.

Ji sala 2012ˈan ev êrişên herî dijwar ên Îsraîllê 
16 kanûn, 2024   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê şevê din gelek tesîs û bareghên leşkerî yên rejîma berê ya suriyê bombebaran kirin.   Ev bombebaran wekî ya herî dijwar ji sala 2012ˈan hat wesifandin.

Li gorî SOHRˈê, deverên hatin bombebarankirin ev in, baregeha Tugeya 23ˈyan a Parastina Hewayî, avahiya Tugeya 23ˈyan a nêzî gundê Herîsûn, Tabûra Esqebla, Dehir El Beluta, herêmên Xirab, Mesrehîn, du deverên nêzî Dirêkîş, depoyên moşekên erd-erd, baregeha parastina hewayî ya nêzî gundê Melka û baregehên li bakurê deşta Ekar.

SOHRˈê diyar kir ku qaîdeyên moşekan ên li baregeha 107ˈan a li herêma Zama ya gundewarê Tertûsê jî hat bombebarankirin. Hate diyarkirin ku bombebaran 8 saetan dewam kir û wekî ya herî tund ji destpêka 2012ˈan ve hat wesifandin.

Hate zanîn ku herêma Misyafê û tesîsên radaran ên li balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê hatin bombebarankirin.

SOHRˈê destnîşan kir ku depoyên çekan ên rejîma Baas ên li herêma Dimêr a gundewarî Şamê jî hatin bombebarankirin. Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin dayîn.

(bb)