Ji Qeladizê alîkarî ji Rojava re hatin şandin

Li navçeya Qeladizê 9 TIR’ên alîkariyê ku ji bo Rojava hatibûn komkirin, hatin şandin.

Ji Qeladizê alîkarî ji Rojava re hatin şandin
7 sibat, 2026   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li pêşiy avahiya Qeymeqamtiya Qeladiz ya ser bi îdareya Raperînê ya Başûrê Kurdistanê ve bi daxuyaniyek çapemeniyê alîkariya ku ji bo piştgiriya Rojava hatibû komkirin hate şandin.

Yek ji rêveberên kampanya alîkariyê Elî Husên axivî û got: “Di çarçoveya kampanyayê de 76 milyon dînar hatiye komkirin. Ev pere bi rêya desteyeke taybet hatiye veguherandina xurak û 1 hezar û 300 kolî. Di nava koliyên alîkariyê de 11 cûre berhem hatiye danîn."

Li aliyê din 20 ton ar, 591 betenî 100 qotî şîrê zarokan. 500 parçe pêwîstiyên zarokan. 3 hezar parçe cil û berg, pêlav, 1 hezar pêwîstiyên jinan û 210 koliyên xwarinên amade. Ev hemû bi rêya 9 TIR’a wê ji bo Rojava bê şandin.’’