Li Sêrtê meşek girseyî ji bo Rojava hat lidarxistin

Li dijî êriş û dorpêça li ser Rojava, li bajarokê Comaniyê ya girêdayî Xana Hawêl ê Sêrtê meşek girseyî hate lidarxistin.

Li Sêrtê meşek girseyî ji bo Rojava hat lidarxistin
7 sibat, 2026   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Comaniyê yê navçeya Xana Hawêl a Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê li dijî dorpêç û êrîşên çeteyên DAIŞ, hikumeta demkî û dewleta Tirk ên li ser Rojava, meş hate lidarxistin. Meş li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê dest pê kir û heya Qada Şêx Îbrahîm dewam kir. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina mîrovahiyê ye’’ û ’’Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, nayê teslîmgirtin” hate vekirin. Dirûşmeyên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmeta me ye”, “Kujer Colani” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Piştî meşê Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş axivî û got, hêzên QSD’ê bi salane li dijî DAIŞ’ê û zihniyeta wê têdikoşin.

Sebahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku armanca êrişên li ser Rojava, fetisandiya paradîgmaya li wir e û got, “Em ê ji bo zindîkirina vê paradîgmayê, çalakiyên xwe bidomînin. Heta ku ev polîtîkayên qirêj tune dibin, em ê li qadan bin.’’

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.