Ji Qamişloyê peyamên girîng

Li bajarê Qamişlo yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê şahiyeke girseyî li dar ket. Di şahiyê de soza bidestxistina jiyaneke aram û civakeke azad û demokratîk hate dayîn.

Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
Ji Qamişloyê peyamên girîng
19 tîrmeh, 2025   21:46
QAMIŞLO

Bi boneya 13`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) li baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo pîrozbahiyek li dar xist.

Bi hezaran kurd, ereb, suryan-asûr û êzidiyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê bi cil û bergên xwe yên floklorî di pîrozbahiyê de amade bûn.

Pîrozbahî bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em bi hev re jiyanekeke aram û civateke azad û demokratîk ava dikin” hate lidarxistin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl salvager şoreşê li tevahî haziran pîroz kir, hemû şehîdên şoreşê bibîranî û silavên xwe ji Rêber Abdullah Oclan re şandin.

Aldar Xelîl diyar kir ku ev 13 sal bi ser destpêkirina şoreşê re derbasbû, destkeftiyên mezin hatin bidestxistin, berxwedan û ked hatin dayîn, xebat hatin meşandin û wiha anî ziman: “2011`an pir kesan digot tenê bila rêjîm hilweşe, lê bi saya fikr û ramanên Serok Apo Şoreşa Rojava ji bo pêşxistina netewa demokratîk a xwe dispêre birêxinstbûyîna civakê şoreş berdewam dike. Ev şoreş isbat dike ku dê têkoşîn bidome.”

Xelîl destnîşan kir ku hîn li Sûriyeyê ji bo aramî û demokratsiyê ti gav nehatiye avêtin, hîna li berava Sûriyeyê û Siwêda komkujî pêk tên û wiha dom kir: “Ev sal ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala serkeftina mezin e, êdî rengê Sûriyeyê wê bibe rengê netewa demokratîk, azadiya jin û civaka demokratîk. Em ê Sûriyeyeke wiha ava bikin, wê Şoreşa 19`ê Tîrmehê bibe şoreşa tevahî Sûriyeyê, Sûriyeke yekgirtî wê bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêkan be.”

Xelîl da zanîn ku pêşketinên ku niha çêdibin ne kêmî yên li Kurdistanê çê dibin, ji bo damezrandina civaka demokratîk bi însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan têkoşînek tê meşandin, gelê Kurd ji asta isbata hebûna xwe derbasî bidestxistina destkeftiyan bûye, ew bi hêvî ne ku li tevahî Kurdistanê bibe sala serkeftinê û wiha got; “Şoreş bi bilindkirina têkoşîna demokrasiyê berdewam dike, niha girîng e ku em biparêzin û pêş bixin, girîng e ku ji bo gelê Kurd xebateke li Sûriyeyê bê kirin. Şamê hîn gavek berbiçav ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku hemû pêkhate di nav de bin, neavêtiye. Sûriyeyeke demokratîk bi çareserkirina pirsgirêka Kurd çê dibe. Wê ev tecrube bi saya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêş bikeve.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî axivî û diyar kir ku ew îro weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin.

Bêrîvan wiha berdewam kir: “13 sal derbas bû gelê herêmê bê dudilî li ber xwe da, li qadan bûn û bi pêşengtiya jinên Kurd û hevgirtina jinên Ereb û Suryan şoreşa xwe pêş xistin û şoreşa xwe parastin. Ev mîrase bi saya şehîdên jin ên pêşeng, li herêmê, berava Sûriyeyê û Siwêdayê hate dîtin.”

Bêrîvan ev li gotinên xwe zêde kir: “Xwestin beriya 13 salan me jî qir bikin, lê bi heycana gelan, hêz û îradeya gel me karîbû şoreşa xwe biparasta. Li dijî destkeftiyên me êriş hene, siyaseta wan li ser hemû gelan e. Naxwazin em bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn û em ê bi heyecana şoreşa xwe saziyên xwe biparêzin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Biho hemû şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anîn, salvegera li hemû gelan pîroz kir û destnîşan kir ku şoreş rêya rûmet û azadiyê ye. Ev şoreş îfadekirina îradeya hemû gelên ku rastî paşguhkirinê hatine. Li Sûriyeyê hikumeta veguhêz bi hişmendiya xwe nikare bibe bersiv û wiha got: “Rêveberiya Xweser ji Sûriyeyê re nimune ye, tişta dikeve ser milê me ku em bi hev re destkeftiyên şoreşê biparêzin. Divê em bi hev re rê li ber desthildaran bigirin, da ku em bighêjin, Sûriyeya demokratîk. Divê em soza xwe nû bikin.”

Piştî axaftinan Hunermed, Şehrîbana Kurdî, Şerîfê Omerî, Helbestvan Ferhad Merdê stran gotin. Koma Hêva ya stranan û Koma Govendê ya Yersûso ya Suryanî stran gotin û dîlan gerandin.

Şahî bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Gelan”, gerandina dîlanan bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA