`Avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî girîng e`

Di şahiya salvegera 19`ê Tîrmehê ya li Reqayê de teqezî bi berdewamkirina şoreşê heta avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî hate kirin ku hêviya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev da ye.

19 tîrmeh, 2025   21:51
REQA

Li bajarê Reqayê ji bo salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê şahiyek hate lidarxistin.

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê şahî orgenîze kir ku li qada stada beledî ya bajêr birêve çû. Bi sedan şêniyên kantonê tev li şahiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Mişleb El Turkmen axivî û balkişand ser şoreşê û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên gelên herêmê hatine bidestxistin.

El Turkmen got yekitiya gelê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de gelek girîng e, dewleta nenavendî çareseriya pêşxistina Sûriyeyê û misogerkirina mafên pêkhateyan e.

Dûre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Siwar Reqa axivî û îşaret bi rola hêzên leşkerî ji bo parastina şoreşê û destkeftiyên wê kir û di heman demê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo avakirina siberojeke ewle û aram û Sûriyeya demokratîk a nenavendî kir.

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbyayê jî endama koordînasyona kombûnê Cîhan Mihemed axivî û fedakariyên gelên herêmê, yên jinan ku cewhra şoreşê û giyanê wê bû, bi bîr anîn.

Di şahiyê de komên Hîlala Zêrîn, Koma Hêlîn Cûdî, Koma Palmîra berhemên xwe pêşandan, şêniyan jî li ber stranan dîlan gerand.

(şx)

ANHA